Heşda Şeibî, qonaxa sêyem a operasyona azadkirina Hewîcê dest pê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272121-heşda_Şeibî_qonaxa_sêyem_a_operasyona_azadkirina_hewîcê_dest_pê_kirin
Hêzên Heşda Şeibî, qonaxa sêyem a operasyona azadkirina bajarê Hewîcê ku ketiye parêzgeha Kerkûkê, dest pê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 23, 2017 14:06 Asia/Tehran
  • Heşda Şeibî, qonaxa sêyem a operasyona azadkirina Hewîcê dest pê kirin

Hêzên Heşda Şeibî, qonaxa sêyem a operasyona azadkirina bajarê Hewîcê ku ketiye parêzgeha Kerkûkê, dest pê kirin.

Li gorî rapora Sumeriye News`ê, qonaxa sêyem a operasyona azadkirina bajarê stratêjîk ê Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê ji aliyê hêzên Heşda Şeibî ve, dest pê bû.

Hêzên iraqî di mideha du rojên buhurî de, qonaxên yekemîn û duyemîn ên operasyona mezin a azadkirina Hewîcê, bi awayekî serketî bi dawî anîn.

Ev bajara jiber cîgeha xwe ya jêogirafî, ji hêla stratêjiyê ve pirr girîng e.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê, bi dehan têrorîstên ku hewl didan ji çiyayên Hemrînê ber bi navçeyekê li parêzgeh Selahedînê ve birevin, kuştin.

Li vê operasyonê balafirên cengê yên artêş û topxaneyê, li êrişa ser pêgehên DAIŞ`ê yên li du navçeyên Neml û Zewiyeyê, roleka bingehîn hebûn.

Bi destpêbûna qonaxa duyemîn a azadkirina Hewîcê û pişka rojhilatî ya bajaroka Şerqatê, çend yekîneyên ji artêşa Iraqê karîn hewldana terorîstên ser bi koma terorîst a DAIŞ`ê jibo revîna ji zîncîre çiyayên Mekhul û gundê El Zewiyeyê ber bi navçeya girava Selahedînê, pûç bikin.

Dezgeha Şerrê Dijî Terorîsmê ya Iraqê, operasyoneka berfireh jibo azadkirina van navçeyan ku li pişka rojavayî ya Şerqatê hîn jî di destê terorîstan de ne, dest pê kir.