Muhîmat û çekên DAIŞê li Kerkûka Iraqê hatin keşfkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i361586-muhîmat_û_çekên_daiŞê_li_kerkûka_iraqê_hatin_keşfkirin
Saziya Têkoşîna dijî Terorîzmê ya Iraqê di operasyonekê da, qaseke çek û alavên girêdayî koma terorîst a DAIŞê keşf û desteser kir. 
(last modified 2026-11-22T16:35:12+00:00 )
Tesrîn 22, 2026 16:04 Asia/Tehran
  • Muhîmat û çekên DAIŞê li Kerkûka Iraqê hatin keşfkirin

Saziya Têkoşîna dijî Terorîzmê ya Iraqê di operasyonekê da, qaseke çek û alavên girêdayî koma terorîst a DAIŞê keşf û desteser kir. 

 

Saziya Têkoşîna dijî Terorîzmê ya Iraqê ragihand: Ev çek û alav di veşargehên koma terorîst a DAIŞê da li herêma Alton Kopriyê li bajaroka Ed-Debsê ya parêzgeha Kerkûkê bûn. Hêzên ewlehîyê yên Iraqê bo dilniyabûna ji diyarbûna ducare ya DAIŞê û endamên wê yên revî, li seranserî Iraqê lêgerrîn, paqijkirin û şopandina paşmayîyên DAIŞê berdewam dikin. Hîn jî paşmayîyên DAIŞê li hin navçeyên Bexda, Selahedîn, Diyale, Kerkûk, Neynewa û Enbarê çalak in.