Bîstemîn xwefirra MQ-1 a Amerîkayê li rojhilatê Tengava Hormizê hat rûxandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361580-bîstemîn_xwefirra_mq_1_a_amerîkayê_li_rojhilatê_tengava_hormizê_hat_rûxandin
Şervanên bergiriya asimanî ya Hêza Hewafezaya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, karîn bîstemîn xwefirra pêşketî ya naskirin û şêrr a MQ-1 a Amerîkayê, ji versyona bi birra zêdekirî ya ER (Extended Range), li rojhilatê Tengava Hormizê bişopînin û jorda bixin.
(last modified 2026-11-22T16:32:31+00:00 )
Tesrîn 22, 2026 18:02 Asia/Tehran
  • Bîstemîn xwefirra MQ-1 a Amerîkayê li rojhilatê Tengava Hormizê hat rûxandin

Şervanên bergiriya asimanî ya Hêza Hewafezaya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, karîn bîstemîn xwefirra pêşketî ya naskirin û şêrr a MQ-1 a Amerîkayê, ji versyona bi birra zêdekirî ya ER (Extended Range), li rojhilatê Tengava Hormizê bişopînin û jorda bixin.

 

Ev çaremîn xwefirra naskirin û şêrr a artêşa destdirêjker a Amerîkayê ye ku di 24 saetên raborî da bi bikaranîna pergala nûjen û pêşketî ya bergiriya asimanî ya Sipahê, hatiye jordaxistin.

Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî careke din tekez dike ku qada asimanî ya Komara Îslamî ya Îranê xeta sor a hêzên çekdar ên welêt e û her destdirêjî û binpêkirina vê qadê, yê bi berteka tund, vebirr û bi hêz a şervanên Îslamê ra rûbirû bibe.