Guleavêtineke mirinbar li Ohayoya Amerîkayê qewimî
Tesrîn 22, 2026 17:55 Asia/Tehran
Rayedarên polîsê bajarê Parmayê li eyaleta Ohayoya Amerîkayê qala qewimîna bûyereke guleavêtina berfireh bi çend kuştî û birîndaran kirin.
Skat Trakslêr (Scott Traxler), berdevkê polîsê Parmayê qala naskirina du gumanbaran di vê têkilîyê da kir û got: Guleavêtin di bloka 5300 ya Kolana Rîcê da qewimîye û du çekên germ li cihê bûyerê hatine keşf û desteserkirin. Polîsê bajarê Parmayê derbarê pênase û armanca hokarên guleavêtinê da ti agahîyek belav nekiriye.