Fîdan derbarê liv û tevgerên leşkerî yên Rejîma Siyonîst li Sûriyê hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i361582-fîdan_derbarê_liv_û_tevgerên_leşkerî_yên_rejîma_siyonîst_li_sûriyê_hişyarî_da
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, Rejîma Siyonîst bi veguhastina berdewam a çekan bo komekê di nav axa Sûriyê da û dabînkirina rewşê bo pêkanîna operasyonên leşkerî tawanbar kir.
(last modified 2026-11-22T16:33:17+00:00 )
Tesrîn 22, 2026 17:30 Asia/Tehran
  • Fîdan derbarê liv û tevgerên leşkerî yên Rejîma Siyonîst li Sûriyê hişyarî da

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, Rejîma Siyonîst bi veguhastina berdewam a çekan bo komekê di nav axa Sûriyê da û dabînkirina rewşê bo pêkanîna operasyonên leşkerî tawanbar kir.

 

Hakan Fîdan gotîye ku helîkopterên Rejîma Siyonîst her hefte bo vê komê li Sûriyê çekan vediguhezînin. Fîdan herwiha got: Ev kom li pey kiryarên handêr li dijî artêşa Sûriyê ye da ku Rejîma Siyonîst bikare bi wê behaneyê dest bi operasyoneke leşkerî ya nû li dijî Sûriyê bike. Fîdan herwiha qala agehdarkirina Amerîka, welatên ewropayî û hevpeymanên navçeyî yên Tirkiyê derbarê vê senaryoyê da kir û hişyarî da ku dûhatên operasyoneke wisa ya leşkerî bi Sûriyê sînordar nabin û dikare navçeyê bi pevçûn û nearamiyên nû ra rûbirû bike. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê herwiha Rejîma Siyonîst bi hewldana bo lawazkirin û perçekirina welatên cîran tawanbar kir û ji civaka navneteweyî xwest ku vê gefê bi giringî berçav bigire.