Ava rûbarekê li bakûr-rojhilatê Tirkiyê ji nişkê va sor bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i361572-ava_rûbarekê_li_bakûr_rojhilatê_tirkiyê_ji_nişkê_va_sor_bû
Guhêrîna nişkêvayî ya rengê ava rûbarekê li parêzgeha Rîzeyê ya li berava Deryaya Reş, bû sedema şaşmayîn û nîgeranîya niştecihên xwecî.
(last modified 2026-11-22T16:29:07+00:00 )
Tesrîn 22, 2026 15:58 Asia/Tehran
  • Ava rûbarekê li bakûr-rojhilatê Tirkiyê ji nişkê va sor bû

Guhêrîna nişkêvayî ya rengê ava rûbarekê li parêzgeha Rîzeyê ya li berava Deryaya Reş, bû sedema şaşmayîn û nîgeranîya niştecihên xwecî.

 

Ev bûyer nîvroya Şemiyê di rûbarekê da qewimî ku piştî derbasbûna ji navenda bajarê Rîzeyê, dirije Deryaya Reş. Di pey belavbûna wêneyên vê bûyerê da, hêzên jîngehê û şaredarîya Rîzeyê bi bikaranîna xwefirran dest bi lêgerrîna jêdera qirêjîyê kirin. Lêgerrînan nîşan da ku kargeheke taybet a palavtina çayê dest bi valakirina nekontrolkirî ya ava qirêj bo rûbarê kiriye. Qayîmeqametîya Rîzeyê ragihand ku ev kargeh ji ber binpêkirina qanûnên jîngehê hatîye cezakirin û nimûneyên ava rûbarê bo lêgerrîna qas û cûreya qirêjîyê bo labratiwarê hatine şandin.