Fermandeyê Giştî yê Artêşê: Besîc berbesteke qahêm li hember dijminan e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361588-fermandeyê_giştî_yê_artêşê_besîc_berbesteke_qahêm_li_hember_dijminan_e
Fermandeyê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, di peyameke bi minasebeta Hefteya Besîcê da, ev saziya gelêrî wek sembola îman, dûrbînî, fîdakarî û berpirsyarîya gelê Îranê zanî.
(last modified 2026-11-22T16:35:53+00:00 )
Tesrîn 22, 2026 18:16 Asia/Tehran
  • Fermandeyê Giştî yê Artêşê: Besîc berbesteke qahêm li hember dijminan e

Fermandeyê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, di peyameke bi minasebeta Hefteya Besîcê da, ev saziya gelêrî wek sembola îman, dûrbînî, fîdakarî û berpirsyarîya gelê Îranê zanî.

 

Emîr Serleşker Emîr Hatemî tevî amajeya bi rola Besîcê di warên berevanî, avakirin, rakirina bêparbûnê û alîkarîgihandinê da, tekez kir: Besîc di heyama salên raborî da hertim li kêleka gel û bo gel amade bûye. Fermandeyê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Amadebûna agehdarane û wêrekane ya besîciyan li kêleka hêzên çekdar û gelê Îranê, careke din şiyana bêhempa ya vê hêza gelêrî aşkira kir û nîşan da ku pêwendîya gel bi şoreşê ra û amadetîya wan bo berevanîya ji nîştimana îslamî, berbesteke qahêm li hember zêdexwazî û hesabên şaş ên dijminan e.