Serleşker Rezayî: Dewra Amerîkaya serkeftî bi dawî bûye
Tesrîn 22, 2026 20:06 Asia/Tehran
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Neteweyî got: Amerîkaya 2026an ne Amerîkaya wê dewrê ye û veguherîye welatekî têkçûyî û sernekeftî di şerr da.
Serleşker Rezayî di rûpela xwe ya civakî da nivîsî: Îrana 2026an, ne Îrana 1943an a konferansa Tehranê û ne ya 1945an ya konferansa Yaltayê ye; hema wisa ku Amerîkaya 2026an ne Amerîkaya wê dewrê ye û veguherîye welatekî têkçûyî û sernekeftî di şerr da! Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Neteweyî tekez kir: Cîhan guherîye; bi wêneyên kevnare nabe ku pergala niha bo raborîyê were vegerandin!