UNICEF: Ji her çarokên yemenî yek tûşî bedxworakîya giran bûye
Îlon 26, 2026 18:20 Asia/Tehran
Sindoqa Zarokan a NY (UNICEF) ragihand ku ji her çarokên yemenî yek tûşî bedxworakîya giran bûye.
UNICEFê herwiha ragihand ji nav nêzî 2 hezar u 900 zarokên ku li navçeyên ber dest hatine kontrolkirin, zêde ji yek ji çarê wan tûşî bedxworakîya giran bûne û zêde ji 200 kesî jî tûşî bedxworakîya zef-giran bûne.
Bi giştî tê pêşbînîkirin ku di sala 2026ê da, nêzî 2 milyon u 200 hezar zarokên bin pêncalî da li Yemenê tûşî bedxworakîya giran bibin ku zêde ji 500 hezar kes ji wana yê tûşî cura giran a wê bibe. Ji ber pevçûnan herwiha raberkirina xizmetên dermankiin u perwerdê bo zarokan aloz bûye û ji destpêka Îlonê va herî kêm 15 zarok hatine kuştin û 14 jî hatine birîndarkirin u 3 zarok jî bêseruşûn in.