Rûsya û Ukraynê êrişine berfireh dijî pîşesazîyên leşkerî û binesazîyên hevdu pêk anîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361496-rûsya_û_ukraynê_êrişine_berfireh_dijî_pîşesazîyên_leşkerî_û_binesazîyên_hevdu_pêk_anîn
Artêşa Rûsyayê qala pêkanîna êrişên berfireh li ser pîşesazîyên leşkerî û binesazîyên Ukraynê kir, herwiha hêzên ukraynî careke din pireya Krîmeyê kirin armanc.
(last modified 2026-11-17T15:06:11+00:00 )
Tesrîn 17, 2026 17:42 Asia/Tehran
  • Rûsya û Ukraynê êrişine berfireh dijî pîşesazîyên leşkerî û binesazîyên hevdu pêk anîn

Artêşa Rûsyayê qala pêkanîna êrişên berfireh li ser pîşesazîyên leşkerî û binesazîyên Ukraynê kir, herwiha hêzên ukraynî careke din pireya Krîmeyê kirin armanc.

 

Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê ragihand: Enstîtûyên çalak di komele pîşesazîyên leşkerî yên Ukraynê da û tesîsên binesazîya veguhestinê li Kîyêv, Zaporojiya û parêzgehên Çerkasî û Dnîpropetrovskê hatin armancgirtin.Li hemberî vê yekê, parêzgarê Belgorodê yê Rûsyayê got: Di encama êrişên hêzên çekdar ên Ukraynê li ser parêzgeha Belgorodê da, du kes hatin kuştin û 19 kes hatin birîndarkirin.Rayedarên ûris herwiha ragihandin: Hêzên ukraynî careke din pireya Krîmeyê kirin armanc ku di encama wê da, hatinûçûn li vê pireyê hate rawestandin. Em ji niştecîyan û serdanerên Nîvgirava Krîmeyê dixwazin ku vê demê ji çûna ber bi pireyê dûr bikevin.