Supertankerek û keştiyeka hilgira gaza şilekî yên binpêker li Tengava Hormizê teqiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361502-supertankerek_û_keştiyeka_hilgira_gaza_şilekî_yên_binpêker_li_tengava_hormizê_teqiyan
Navenda Ragihandinê ya Hêza Deryayî ya Sipahê ragihand ku teqîneke mezin a supertankereke binpêker li navçeya rojava û keştiyeke hilgira gaza şilekî ya binpêker li rojhilatê Tengava Hormizê pêk hat.
(last modified 2026-11-17T15:13:59+00:00 )
Tesrîn 17, 2026 17:43 Asia/Tehran
  • Supertankerek û keştiyeka hilgira gaza şilekî yên binpêker li Tengava Hormizê teqiyan

Navenda Ragihandinê ya Hêza Deryayî ya Sipahê ragihand ku teqîneke mezin a supertankereke binpêker li navçeya rojava û keştiyeke hilgira gaza şilekî ya binpêker li rojhilatê Tengava Hormizê pêk hat.

 

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Hêza Deryayî ya Sipahê, du keştiyên binpêker ku yek ji wan ji cureya supertanker bi zêdetir ji 2 milyon bermîlên nefta xav û ya din jî keştiya hilgira gaza şilekî bû, bi lêketina li mîna deryayî rastî teqîn û agirpêketineke pir giran hatin.Ev di halekî da ye ku ev keştîi bi hejmareke mezin ji balafirrên şêrr û hewagerrên amerîkayî piştgirîya ezmanî dihatin kirin. 

Navenda Ragihandinê ya Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê jî ragihand, tankereke binpêker ku bi vemirandina sîstemên navîgasyonê û bêyî rêzgirtina li rêzikên ragihandî di navçeya qedexe ya rojhilatê Tengava Hormizê da hatûçûn dikir, ji ber lêketina li mîna deryayî rastî agirpêketinê hat û zirareke mezin lê ket.