Pilana serokkomarê Iraqê bona çareserkirina kirîza Giştpirsiya Herêma Kurdistana vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272089-pilana_serokkomarê_iraqê_bona_çareserkirina_kirîza_giştpirsiya_herêma_kurdistana_vî_welatî
Naveroka pilana serokkomarê Iraqê bona çareserkirina kirîza giştpirsiya Herêma Kurdistana vî welatî eşkera bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 23, 2017 08:44 Asia/Tehran
  • Pilana serokkomarê Iraqê bona çareserkirina kirîza Giştpirsiya Herêma Kurdistana vî welatî

Naveroka pilana serokkomarê Iraqê bona çareserkirina kirîza giştpirsiya Herêma Kurdistana vî welatî eşkera bû.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Ajansa nûçan a El-Xad Press`ê, naveroka pilana Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li bara giştpirsiya Herêma Kurdistana vî welatî weşand ku têda kifş bûye wextekî 3 salî bona çareserkirina kirîza di navbera Bexda û Hewlêrê pêwîst e û herwisa hatiye ku pêwîst e xala qanûna bingehîn a Iraqê li bara Kerkûkê bê îcrakirin û sê komîte bona pêygîriya neyariyên heyî bêne destnîşankirin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û feraksiyona parlemanî ya El-Mewatin ev pilana ret kirin û ragihandin ku hegera vê retkirinê jî ji ber viya ye ku hinek ji xalên vê pilanê dijî qanûna bingehîn a Iraqê ne û herwisa Bexda dibêje ku bila giştpirsî bê îbtalkirin ne ku paşda bikeve.

Fuad Mesûm duh îniyê ji Bexdayê çûye Silêymaniyê ta ku pilana xwe radestî Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê bike û her du alî rêketine ku taximek ji Hewlêrê seredana Bexdayê bike; lê Mesûd Barzanî li gotinên xwe yên li sporgeha Silêymaniyê hema bi curekî nerasterast ev pilana ret kir.