Ebadî: Giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê dijî qanûna bingehîn a Iraqê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272095-ebadî_giştpirsiya_herêma_kurdistana_iraqê_dijî_qanûna_bingehîn_a_iraqê_ye
Serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev Yan Kûbîş nûnerê Rêxistina Netewan li karûbarên vî welatî carek din destnîşan kir: Giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê dijî qanûna bingehîn a Iraqê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 23, 2017 10:04 Asia/Tehran
  • Ebadî: Giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê dijî qanûna bingehîn a Iraqê ye

Serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev Yan Kûbîş nûnerê Rêxistina Netewan li karûbarên vî welatî carek din destnîşan kir: Giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê dijî qanûna bingehîn a Iraqê ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê ji zarê ajansa Sûmiriye News`ê,Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev Yan Kûbîş nûnerê Rêxistina Netewan li karûbarên vî welatî bal kişande ser neqanûnî bûna giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê û ragihand ku pilana sereke ya me dewama xebata dijî terorîstan û azadkirina axa welêt ji destê terorîstên DAIŞ`ê ye.

Yan Kûbîş nûnerê Rêxistina Netewan li karûbarên Iraqê jî bal kişande ser kêşeyên siyasî yên vê dûmahîkê li nav Iraqê û ser gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê bona çareserkirina van kirîzan sekinî.

Yan Kûbîş nûnerê Rêxistina Netewan li karûbarên Iraqê herwisa li gotûbêja xwe ya duh îniyê tev Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê jî li bara giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê axivî.

Li vî halî da Press konferansa Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê li bara giştpirsiyê ku qirar bû îro sibê birê keve paşda ket.

Nivîsgeha Barzanî li daxûyaniyekê ragihand ku ev Press konferansa dê sibe yekşemê birê keve.