Berdewamkirina êrişên Artêşa Rejîma Sîyonîst ser başûra Libnanê
Îlon 26, 2026 18:19 Asia/Tehran
Artêşa Rejîma Sîyonîst bi domandina binpêkirina aşkira ya qanûnên navdewletî û serwerîya Libnanê, careka din êrişî başûra Libnanê kir.
Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst êrişî bajarokê Sucud u navçeya Cebel Refî li başûra Libnanê kirin. Komeke leşkerên Artêşa Rejîma Sîyonîst jî ber bi derdora bajarokê Dêr Mîmasê va çûn u li naveya Kurûm Zeytûnê bi cih bûn.
Artêşa Rejîma Sîyonîst jî îro navçeya Duhe Kefer Ruman li başûra Libnanê da ber topan. Şebekeya Minarê ragihand ku balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst şeva buhurî jî êrişî bajarokê Qentere li başûra Libnanê kirin ku di encamê da çend kes hatin şehîdkirin u birîndarkirin.