Nerazîtiyên gelê Behreynê li dijî hikmên girtinê yên zanayên dînî berdewam e
Gelê navçeyên cûrbicûr ên Behreynê bi nîşana nerazîtiya hemberî hikmên girtina heta hetayê yên ku li dijî zanayên dînî hatine derxistin û şermezarkirina serkutkirinên Rejîma Al Xelîfe da dest bi xwenîşandan û nerazîtiyên berfireh kirin.
Di heman çarçoveyê da, Civaka Neteweyî - Îslamî ya “El-Wifaq”ê li Behreynê bi belavkirina daxûyanîyekê, hikmên li dijî navdartirîn mercîyê dînî yê Behreynê, Ayetulla Şêx Îsa Qasim, û zanyên din şermezar kir.El-Wifaqê tekezî kir ku vê hikmê tu têkilîyek wan bi qanûn û dadmendîyê ra tuneye û li gorî cezakirina komî ya pirranîya gel û serkutkirina azadîyên dînî li vî welatî tên dayîn.Di daxûyanîya Civaka El-Wifaqê da hatiye ku hikmên hatine derxistin hemû zanyên berçav ên dînî dihewîne ji ber ku rejîma desthilatdar (Al Xelîfe) piştgirîya Rejîma Sîyonîst dike û hewil dide ku hemû kesên ku li ber sîyasetên kuştinê yên vê rejîmê û hokarên wê li navçeyê teslîm nabin, teslîm bike.