Pizişkîyan: Em ji bo gotubêjê amade ne, lê zorbêjîyê qebûl nakin
Serokê Komara Islamî ya Îranê di hevpeyvîna tev Şebekeya CBSê da, pêgirî ser amadebûna Îranê ji bo muyzakireya têkildarî meseleyên navokî û mijarên din ên nakokî li ser wan hene, kir u jinûvesazkirina pêbawerîyê u pabendbûna piratîkî ya Waşîngtonê bi rêekvtinameyan, mercê berdewamkirina wê rêyê zanî u got: Îran ne bi dû şêrr e, lê li hibmerî zext, gef û êrişê dê berevanîya xwe bike.
Mes`ûd Pizişkîyan Serokê Komara Islamî ya Îranê di hevpeyvîna tev Şebekeya CBSê da amajeyî ezmûna têkildarî rêketinameyên berê û binpêkirina sozan ji hêla alîyê beranber va kir u got ku jinûvesazkirina pêbawerîyê û pabendbûna piratîkî bi rêkevtinameyan ji pêwîstî u mercên domandina muzakireyan in û dîyar kir ku Îran di çarçova qanûn u sozên navdewletî da, ji bo gotûbêja têkildarî dosîya navokî û mêkanîzmên çavdêrîyê amade ye.
Serokomarê Îranê derbara tengava Hurmizê da jî got: Me u Amerîkayê berî vîya lihev kir, lihevkirina ku li Islambadê pêk hat u ji hêla Serokomarên her du welatan va hata wajokirin, lê ew demajo hat qutkirin, nika jî çarçoveyek ji bo vegera ser liyêkgiheştinameyên berê di rojevê da ye u heke Amerîka ewê qebûl bike, vegera ser rewşa berê yê pêkan be. Wî pêgirî kir ku meseleyên têkildarî hatin u çûyîna keştîyan dikarin bi gotubêjê u bicihanîna rêkevtinameyan bên çareserkirin.
Pizişkîyan derbara derbara bernama navokî ya Îranê da jî got ku Komara Islamî ya Îranê ne bi dû çeka navokî ye u amade ye ku di çarçova Peymana Qedexekirina Berfirekirina Çekên navokî (NPT) u qanûnên navdewletî da derheq meseleyên çavdêrîyê gotuûbêjê bike. Wî pêgirî kir ku mijara lêgerîn u kontrolê jî divê di çarçova lihevkirin u muzakireyan da were destnîşankirin.
Serokkomarê Îranê dîyar kir ku boykotên Amerîkayê zorê didin ser jîyna gel u got ku Îran ne bi dû şêrr e, lê heke bikeve ber êrişê, dê berevanîya xwe bike.