Têkbirina komeke terorîstî li paytexta Iraqê
Navenda ragihandinê ya cengê ya Iraqê raghand: Rêxistina îstixbarata polîsê navendî ya vî welatî ser bi Ajansa îstixbaratî û ewlehî û lêkolînên Iraqê, komeke terorîstî li Bexdayê keşf kiriye û îmha kiriye.
Li gorî rapora roja şemiyê ya El-Alamê, erkantiya raghandina cengê li Iraqê got: Ev tora tereorîstî li Bexdayê û parêzgehên başûrî dixwest ku êrişî ser kombûna ziyaretkiran û taximên tazîdariyê li meha Muheremê bike.
Rêxistina îstixbarata polîsê navendî ya Iraqê jî got: Tora terorîstî ya keşfbûyî, hejmarek ji endamên întiharî jibo cihanîna êrişên curbicur amade kiribû lê bi hezkirina xwedê telala û bi piştgiriya hêza hewayî ya artêşa Iraqê, ev tora terorîstî hat têkbirin.
Terorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên berdewam li hember hêzên iraqî li navçên curbicure vî weltî zêdetir ji berê berê xwe dane teqînên kor û kuştina xelkê sivîl li bajarên curbicure Iraqê .
Li gor nûçeyeke din, Raid Şakir Cewdet serokê polîsê navendî yê Iraqê raghand: Hêzên polîsê navendî gundên El-Eleke, El-Sirûc, El-Rehme, Şet El-Ceder, REsm Şet El-Ceder, Resm Hewşî û El-şawî li rojhilata Şerqatê li bakurê parêzgeha Selahedînê ji lepên DAIŞê azad kirin.
Hêzên leşkirê 18`an a besîca gelanî ya Iraqê jî roja şemiyê kontrola pireya El-Zerke, pireya sereke ya navbera du bajarên Tûzxormatûyê û Tikrîtê li mêhwera başûrê Howîcê bi dest xistin.