Sefera serokerkanê artêşa Iraqê bo Tirkiyê bereberê giştpirsiya li Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i272103-sefera_serokerkanê_artêşa_iraqê_bo_tirkiyê_bereberê_giştpirsiya_li_herêma_kurdistanê
Serokerkanê artêşa Iraqê, bereberê giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê, jibo hevdîtina bi rayedarên Tirkiyê re ber bi vî welatî ve çû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 23, 2017 12:06 Asia/Tehran
  • Sefera serokerkanê artêşa Iraqê bo Tirkiyê bereberê giştpirsiya li Herêma Kurdistanê

Serokerkanê artêşa Iraqê, bereberê giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê, jibo hevdîtina bi rayedarên Tirkiyê re ber bi vî welatî ve çû.

Li gorî rapora ISNA`yê, ji zarê malpera nûçeyan a Haberturk`ê, Enqere bi awayekî cidî dixweze ku giştpirsiya pêşber ku biryara e di 25`ê Îlonê yanê roja duşemiyê de wer lidarxistin, bê îbtalkirin.

Li gorî ragihandina berpirsên her du welatan, li vê seferê, Usman El Xanimî, fermandeyê erkantiya artêşa Iraqê, wê bi hevtûşên xwe yên tirkiyeyî re li Enqerê li ser vê giştpirsiyê û dûhatên wê yên muhtemel jibo navçeyê, gotûbêjê bike.

Vê dawiyê Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê li gotûbêjekê ragihand: Enqere wê li ser nihêrîna Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê, pêngavên pêwîst hilîne lê bi awayekî giştî erdê Herêma Kurdistanê, tenê yê kurdan nîne belkî Tirkman û Ereb jî li wir dijîn.

Biryar e ji bilî helwêsta Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê, parlimana vî welatî jî li civînekê dema mayîna hêzên çekdar ên Tirkiyê li derveyî sînorên vî welatî dirêj bike.