-
Xwenîşanderên Iraqî Navenda Polîs ya parêzgeha Zîqarê dorpêç kirin
Tesrîn 29, 2019 11:53Kanala Sûmiriye Newsê ragihand: Xwenîşanderan Navenda Polîs ya parêzgeha Zîqarê li Iraqê dorpêç kirin û polîs ji kesayetiyên nasyar ên siyasî û olî yên bajêr xwestiye ku jibo pêşîlêgirtina ji zêdebûan kêşeyan û xwînrijandinê, navcîtiyê bikin.
-
Sîstanî: Divê bi zûtirîn demê qanûna Hilbijartinan were amadekirin
Tesrîn 29, 2019 13:41Ayetullah Elî Sîstanî, Merceyê bilind ê şîeyan ragihand: Iraq rewşeka dijwar derbas dike û hêzên ewlehiyê nikarin canê welatiyan biparêzin. Wî her wiha got: "Merceyiyet piştevanê gelê Iraqê ye."
-
Hejmara kuştiyên nerazîtiyên Iraqê ji 400 kesî derbas bû
Tesrîn 29, 2019 13:21Reutersê ji zarê avkaniyên pizişkî û ewlehiyê ragihand ku hejmara kuştiyên iraqî ji destpêka xwenîşandana li Iraqê ji 400 kesî derbas bûye.
-
Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî nama îstîfayê dişîne meclîsê
Tesrîn 29, 2019 13:19Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, piştî xwepêşandanên ku gelek kesan jiyana xwe ji dest da û banga Muqdeta Sedir, diyar kir ku ewê nama îstîfayê bişîne parlemanê.
-
Destpêbûna lêkolîna li bara kuştina xwenîşanderên iraqî li parêzgeha Zîqarê
Tesrîn 29, 2019 13:06Konseya bilind a dadweriya Iraqê li bara damezrandina taximekê bona lêkolîna li bara kuştina hejmarek ji neraziyên iraqî li parêzgeha Zîqarê li başûrê vî welatî agahî da.
-
Eyad Elawî biyar da bi şêwazeka demkî ji prosa siyasî vekişe
Tesrîn 29, 2019 12:38Eyad Elawî, serokê hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê biryar da bi şêwazeka demkî û ji ber rewşa niha ya Iraqê ji prosa siyasî paşde vekişe.
-
Berdewamiya liv û tevgerên ajawegêran li Iraqê heya fermana Ebdulmehdî
Tesrîn 29, 2019 06:36Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî şeva borî got: Hin şidet û ajawe ji aliyê wan kesan cih tên ku ser rûyê xwe girtine û bûyerên tal li dema xwenîşandanan qewmîne,. Loma wî fermana pêkanîna komîteyeke şopandina rastiyan ji bo bûyerên parêzgehên Zîqar û Necefê, da.
-
Wezîrê derve yê Iraqê ji Îranê daxwaza efûyê kir
Tesrîn 29, 2019 06:13Wezîrê derve yê Iraqê Muhemed Elî Hekîm bi pêwendiya telefonî bi wezîrê derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf re ji ber êrişa ajawegêran ser Konsolxana Îranê li Necefê daxwaza efûyê kir û desnîşan kir ku welatê wî ji bo parastina navendên dîplomatîk ên Îranê û dîplomatîn wê cidî ye.
-
Pêkanîna komên qeyranê li parêzgehên Iraqê
Tesrîn 28, 2019 13:23Fermandetiya operasyona hevpar a Iraqê îro li bara damezrandina komên qeyranê bi seroatiya waliyan bona kontrolkirina ewlehî û cihanîna qanûnê li parêzgehan agahî da.
-
Îro li Parêzgeha Necefê qedextiya hatûçûnê hat ragihandin
Tesrîn 28, 2019 10:58Medya Iraqê şeva borî ragihand ku i Parêzgeha Necefê qedextiya hatûçûnê tê ragihandin.