Pêkanîna komên qeyranê li parêzgehên Iraqê
Fermandetiya operasyona hevpar a Iraqê îro li bara damezrandina komên qeyranê bi seroatiya waliyan bona kontrolkirina ewlehî û cihanîna qanûnê li parêzgehan agahî da.
Li gorî rapora ISNA`yê, fermandetiya operasyona hevpar a Iraqê li daxûyaniyekê ku ji aliyê Someriye Newsa Iraqê hat weşandin raghand: Ji ber giringiya kontrolkirina ewlehî û cihanîna qanûnê li parêzgehan û piştgiriya ji Teşkîlata bingehîn, berjewendiyên giştî û mal û milkên dewletî û taybetî û piştgiriya ji welatiyan, me komên qeyranê bi serokatiya waliyan pêk anî.
Li vê daxûyaniyê hatiye: Ser fermana Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê û fermandê giştî yê hêzên çekdar biryar e hin fermandên eskerî wek endamên van komên qeyranê bona rênimûniya van komana û kontrola ser hemî hêzên eskerî û ewlehiyê li parêzgehan û alîkariya bo waliyan li cihanîna erkên xwe peywirdar bin.
Her wiha serokê polîsê Kerbelayê îro daxûyaniyek li bara bûyerên vê parêzgehê da û ji xwenîşanderan xwest ku bila riya xwe ji kesên ku dest bi kiryarên xirabkariyê dikin, cuda bikin.
Polîsê Kerbelayê diyar kir: Ew rewşa kolanên Kerbelayê bi dilgiranî dişopînin.