Wezîrê derve yê Iraqê ji Îranê daxwaza efûyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310741-wezîrê_derve_yê_iraqê_ji_Îranê_daxwaza_efûyê_kir
Wezîrê derve yê Iraqê Muhemed Elî Hekîm bi pêwendiya telefonî bi wezîrê derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf re ji ber êrişa ajawegêran ser Konsolxana Îranê li Necefê daxwaza efûyê kir û desnîşan kir ku welatê wî ji bo parastina navendên dîplomatîk ên Îranê û dîplomatîn wê cidî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2019 06:13 Asia/Tehran
  • Wezîrê derve yê Iraqê ji Îranê daxwaza efûyê kir

Wezîrê derve yê Iraqê Muhemed Elî Hekîm bi pêwendiya telefonî bi wezîrê derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf re ji ber êrişa ajawegêran ser Konsolxana Îranê li Necefê daxwaza efûyê kir û desnîşan kir ku welatê wî ji bo parastina navendên dîplomatîk ên Îranê û dîplomatîn wê cidî ye.

Êvara çarşemê komek ku ser rûyê xwe girtibûn ser navê nîşandayîna nerizamendiyê derheq rewşa aborî li Iraqê êrişî ser Konsûlxana Komara Îslamî ya Îranê li Necefa Eşref kirin û agir berdan hin beşên Konsûlxanê. Piştî vê yekê wezîrê derve yê Iraqê Muhemed Elî Hekîm bi pêwendiya telefonî bi wezîrê derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf re ji ber vê êrişa ajawegêran daxwaza efûyê ji dewlet û netewê Îranê  kir  û desnîşan kir ku welatê wî ji bo parastina navendên dîplomatîk ên Îranê û dîplomatîn wê cidî ye.

Berdevkê wezareta derve ya Îranê  jî duh serê sibê ev êrişa şermezar kir û ji rayedarên iraqî xwest bi cidî li hemberî ajawegiran bisekine û navendên dîplomatîk biparêze.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî gotibû: Hin şidet û ajawe ji aliyê wan kesan cih tên ku ser rûyê xwe girtine û bûyerên tal li dema xwenîşandanan qewmîne ku wê komîteyeke şopandina rastiyan, rastiya wan bûyeran wê eşkera bike.

Adil Ebdulmehdî herwiha di hikmên cida cida serokê karûbarên ewlehiyê li Necefê û serokê navenda Krîzê ya parêzgeha Zîqarê  ji kar dûr xistin.