Hejmara kuştiyên nerazîtiyên Iraqê ji 400 kesî derbas bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310760-hejmara_kuştiyên_nerazîtiyên_iraqê_ji_400_kesî_derbas_bû
Reutersê ji zarê avkaniyên pizişkî û ewlehiyê ragihand ku hejmara kuştiyên iraqî ji destpêka xwenîşandana li Iraqê ji 400 kesî derbas bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2019 13:21 Asia/Tehran
  • Hejmara kuştiyên nerazîtiyên Iraqê ji 400 kesî derbas bû

Reutersê ji zarê avkaniyên pizişkî û ewlehiyê ragihand ku hejmara kuştiyên iraqî ji destpêka xwenîşandana li Iraqê ji 400 kesî derbas bûye.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Reutersê, Çavkaniyên nexweşxaneyan aşkira kirin ku hin kes piştî birînên giran ku di rojên bhurî da ji ber pevçûnên digel hêzên ewlehiyê li bajarê Nasiriyê birîndar bûbûn, canê xwe ji dest dane ku bi vî rengî hejmara giştî ya kuştiyan ji 1ê Cotmehê va gihîşte herîkêm 408 kesî.

Nûçegihanê Russia Today a Erebî jî ragihand ku hin pevçûn îro anku Îniyê navbera xwenîşandan û Polîsê xwecihî li Kolana Bexdayê ya navenda bajarê Nasiriyê qewimîn û li gorî hin nûçeyan çend kes di van pevçûnan da birîndar bûne.