Radiyoya Kurdî ya Têhranê; 80 salan vegotin, nasname û mayindebûn
80 salan çalakiya medyayî, tenê rabihuriyeke dîrokî nîne; Berhema heşt dehekan hewldana ji bo parastina peywendiya bi ziman, çand û wan bîzeran e ku dengê nasyar ê radiyoyê pişkek ji jiyan û bîreweriyên xwe zanîne.
Radiyoya Kurdî di heşt salan çalakiya xwe de seratir ji medyayekî bi deng, veguheriye pişkek ji bîreweriya çandî û têkiliyê ya civaka Kurdî. Medyayek ku bi zimanê gel axiftiye, basa vêje û mûsîqa û hunera wan kiriye û di hemî kêliyan de li gel bîzerên xwe bûye.
Xanima Seyîdnizam, birêvebira hêja ya Radiyoya Kurdî ya Têhranê dibêje:
Îro radiyoya Kurdî bi piştevaniya heşt dehekan tecrubê, derfeteke binirx ji bo dewama vegotina çandî, xurtkirina peywendiya bi bîzeran û nasandina zirûfên civaka kurdî di medya dervesînorî de heye. Parastina vê mîratê, li rex ji nûve çêkirin û xuliqkariyê, berpirsyariyek e ku wê dahatiya vî medyayî pêk bîne.