Tîma paratekwandoya jinan a Îranê bû qaremana cîhanê
Tesrîn 23, 2026 16:24 Asia/Tehran
Tîma paratekwandoya jinan a Îranê di yazdehemîn dewra pêşbirkên qaremanîya cîhanê ya 2026an ya Mocûya Koreya Başûr da, cîgeha yekem a rêzbendiya tîmî bi dest xist; herwiha tîma Îranê di rêzbendiya giştî da jî, pileya duyem a van pêşbirkan bi dest xist.
Tîma paratekwandoya jinan a Îranê di dawîya yazdehemîn dewra pêşbirkên qaremanîya paratekwandoya cîhanê ya 2026an ku bi amadebûna tekvandovanên 62 welatan li bajarê Mocûya Koreya Başûr hat lidarxistin, karî di pileya yekem a rêzbendiya tîmî da raweste.Herwiha di rêzbendiya giştî ya tîmî da, Îranê di nav baştirîn welatên beşdar di van pêşbirkan da cih girt û nasnavê duyemîn tîma herî baş a van pêşbirkan bi dest xist.