Danûstanên keşûhewayê yên Antalyayê bê encam bi dawî bû
Sî û yekemîn komcivîna cîhanî ya guherînên keşûhewayê ya NY’yê li Antalyaya Tirkiyê piştî du hefte danûstanên çirr û pirr û du rojan dirêjkirinê, bêyî gihîştina lihevkirineke dawî bi dawî li karê xwe anî.
Ev komcivîn ku bi serokatîya Murad Kurum, Wezîrê Jîngehê yê Tirkiyê û bi rêvebirina danûstanan ji aliyê Awstralyayê va hat lidarxistin, ji ber nakokîyên kûr di navbera welatên beşdar da li ser paşeroja sotemenîyên fosîl û dabînkirina darayî ya kiryarên keşûhewayê, tûşî binbestê bû.Sedema nerazîbûna Yekitîya Ewropayê, Înglîz û hejmarek welatên din jî “nebûna amajeya aşkira bi kêmkirina girêdayîbûna bi neft, gaz û komirrê ra di belgenamea dawî da” hat ragihandin.Murad Kurum jî di civîna dawî da ragihand ku pêşnivîseke nû dê neyê raberkirin.Ev cara yekem ji dema komcivîna Kopenhagê di sala 2009an da ye ku civîna salane ya keşûhewayê ya NY’yê bêyî pesendkirina lihevkirineke sîyasî ya sereke bi dawî tê.