Trump fermana pêşîlêgirtina lêkolînê derbarê binpêkirinên xwe da
Tesrîn 23, 2026 18:34 Asia/Tehran
Trump destgihîştina Kongreyê bo agahîyên nihênî yên sazî û peymankaran sînordar dike.
Li gorî rapora malpera The Hillê, Trump fermaneke cîbicîkirinê îmze kir ku Kongreyê ji daxwaza agahîyan ji saziyên federal û karmendên wan bêyî “armanca qanûndanînê ya pêbawer” qedexe dike û peymankar dê mecbûr bin berî bersivdanê bi Qesra Spî ra hevaheng bin.
Tê gotin ku ev kiryar bertekek li hember soza demokratan bo lêkolînên berfireh ji Trump piştî serdestbûna li Kongreyê ye. Di heman çarçoveyê da CNN’ê ragihand ku demokratan dil hene ku ji destpêka sala 2027an va, di 9 dosyeyên giring da, ji wan dosyeya şerrê dijî Îranê, Êpstîn wek tawankarê zayendî û xwe-dewlemendkirina Trump, li dijî Serokkomarê Amerîkayê doz vekin.