4 şaneyên operasyonê yên komên terorîst-cidatîxwaz li rojavayê Îranê hatin têkbirin
Rêveberîya Giştî ya Îtilaata parêzgeha Azerbaycana Rojava qala têkbirina 4 şaneyên operasyonê yên komên terorîst-cidatîxwaz li vê parêzgehê û girtina 27 terorîstên endamên wan kir.
Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Wezareta Îtilaatê, endamên çar şaneyên çekdar ên komeke cidatîxwaz ku di rêza projeya siyonîstî û amerîkayî da, di halê organîzekirina bo kiryarên terorîstî û bêewlehîtiyê li hundirê welêt bûn, ketin davika îtilaatî ya hêzên elwehiyê û hemû 27 terorîstên endamê van şaneyan hatin naskirin û girtin.Ji van şaneyên terorîstî 52 çekên Kalaşnîkof, 94 fîşekdan tevî amûreka Starlinkê hatin keşf û zeftkirin.Herwiha 6 endamên sê tîmên qaçaxçîtiya çek û muhîmmatan ji welatên cîran bo operasyonên terorîstî û şerrê bajarî, di dema ketina wan bo nav welêt da hatin naskirin û girtin. Yek ji van kesan, welatîyê welatekî biyanî ye. Ji van tîmên qaçaxçîtiya çekan, 201 demançe û çekên bo ajawegêriyê tevî sed fîşekdanên zêdetir ên demançeyê hatin keşf û zeftkirin.