Destpêbûna lêkolîna li bara kuştina xwenîşanderên iraqî li parêzgeha Zîqarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310758-destpêbûna_lêkolîna_li_bara_kuştina_xwenîşanderên_iraqî_li_parêzgeha_zîqarê
Konseya bilind a dadweriya Iraqê li bara damezrandina taximekê bona lêkolîna li bara kuştina hejmarek ji neraziyên iraqî li parêzgeha Zîqarê li başûrê vî welatî agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2019 13:06 Asia/Tehran
  •  Destpêbûna lêkolîna li bara kuştina xwenîşanderên iraqî li parêzgeha Zîqarê

Konseya bilind a dadweriya Iraqê li bara damezrandina taximekê bona lêkolîna li bara kuştina hejmarek ji neraziyên iraqî li parêzgeha Zîqarê li başûrê vî welatî agahî da.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Ebdulsetar Bîreqdar, berdevkê konseya bilind a dadweriya Iraqê roja îniyê got: Konseya bilind a dadweriyê, taximek ji hejmarek ji alîkarên serokê dadageha îstînaf an venihêrînê  yê Zîqarê bona lêkolîna demlidest li bara kuştina hejmarek ji xwenîşanderên iraqî ku li du rojên derbasbûyî hatin kuştin, pêk tîne. 

 Parzêgeha Zîqarê ji siba pêncşemiyê şehedê pevçûna  navbera xwenîşanderan û hêzên ewlehiyê yên Iraqê ye ku li encama wê hejmarek hatin kuştin an birîndar bûn. 

 Kanala nûçan a Someriye Newê raghand ku xwenîşanderên iraqî roja îniyê avahiya navenda polîsê parêzgeha Zîqarê dorpêç kirine. 

 Fermandehiya polîsê Iraqê mudaxila kesayetiyên bi nav û deng û rûhaniyan bona rawestandina  aloziyan û girtina pêşiya xwînrêjiya zêdetir kir. 

 Fermandehiya polîsê Iraqê li daxûyaniyekê raghand ku hejmarek ji hêzên polîs ên vî bajarî ji ber avêtina narincokê ji aliyê ajawegêran ku nifûz kiribûn nav neraziyan, birîndar bûn. 

 Li gorî gotina berpirsên iraqî, sê kunca Emerîka, Îsraîl û Erebistan li pişt perda bûyer û bêewlehiyên rojên derbasbûyî yên Iraqê bi taybet li Necef û Kerbelayê ne.