Xwenîşanderên Iraqî Navenda Polîs ya parêzgeha Zîqarê dorpêç kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310770-xwenîşanderên_iraqî_navenda_polîs_ya_parêzgeha_zîqarê_dorpêç_kirin
Kanala Sûmiriye Newsê ragihand: Xwenîşanderan Navenda Polîs ya parêzgeha Zîqarê li Iraqê dorpêç kirin û polîs ji kesayetiyên nasyar ên siyasî û olî yên bajêr xwestiye ku jibo pêşîlêgirtina ji zêdebûan kêşeyan û xwînrijandinê, navcîtiyê bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2019 15:23 Asia/Tehran
  • Xwenîşanderên Iraqî Navenda Polîs ya parêzgeha Zîqarê dorpêç kirin

Kanala Sûmiriye Newsê ragihand: Xwenîşanderan Navenda Polîs ya parêzgeha Zîqarê li Iraqê dorpêç kirin û polîs ji kesayetiyên nasyar ên siyasî û olî yên bajêr xwestiye ku jibo pêşîlêgirtina ji zêdebûan kêşeyan û xwînrijandinê, navcîtiyê bikin.

Xwenîşanderên bihêrs li pey bûyerên xwînbar ku di rojên dawî da li vê parêzgehê qewimîn, ji berbanga Înê va Navenda Polîs ya parêzgeha Zîqarê dorpêç kirin.

Vê medyaya Iraqî ji zarê "Çavkaniyeka Agah" her wiha ragihand: Xwenîşanderan ji berbanga îro va Navenda Polîs ya parêzgeha Zîqarê bi mebesta destdanîna ser wê dorpêç kirine û hejmara xwenîşanderan li pey oxirkirna meytên şehîdan (xwenîşanderên ku hatine kuştin), zêde bû.

Wî got: Fermandetiya Polîs ji kesayetiyên nasyar û melayan xwestiye ku jibo rawestandina kêşeyê û pêşîlêgirtina ji xwînrijandinê mudaxile bikin.

Sûmiriye Newsê her wiha ji zarê nûçegihanê xwe ragihand: "Şêx û rûspiyên eşîran ên Zîqarê berbanga îro li hev civiyan. Ev civîn bû sebeb ku hin daxwaz bên hilêxistin ku yên herî girîng ev in: Wêdadayîna dewlet û Parlemanê, darizandina Cemîl Şemerî û tayînkirina fermandarê Polîs ji xelkê parêzgehê, her wiha derxistina zilamên ser bi partiyan ji hemî navendên dewletê û lidarxistina hilbijartinê di bin çavdêriya NY de."

Parêzgeha Zîqarê ji berbanga roja Pêncşemê va bûye qada pevçûnên navbera xwenîşander û hêzên ewlehiyê ku di encamê da hejmarek hatin kuştin û birîndar bûn.

Eva di rewşekê da ye ku Adil Ebdulmehdiyê serokwezîr û Fermandarê giştî yê Hêzên çekdar ên Iraqê, Cemîl Şemerî, Fermandarê ewlehiyê yê parêzgeha Zîqarê ku li pey bûyerên vê dwiyê istîfa kir, vexwend bo navenda serokwezîriyê.

Ebdulmehdî pêştir ew bo vê postê tayîn kiribû.