Destpêşxeriya 9 xalî ya Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê ji bo çareserkirina xitimîna sîyasî li vî welatî
Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê destpêşxerîyeke 9 xalî jibo xilasbûna ji xitimîna sîyasî li vî welatî raber kir.
Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê di daxûyanîyekê da ragihand ku ligorî nekarabûnên berdewam di demajoya pêkanîna dewleta Iraqê û ji ber erka berpirsyarîyê ya şerî û exlaqî, plana xwe jibo xilasbûna ji qeyrana nika û binbesta sîyasî ragihand.
Destpêşxerîya Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê jibo çareserkirina xitimîna sîyasî li vî welatî ji 9 xalan pêk tê:
1- Jibo berçavgirtina qanûna bingehîn û parastina demajoya dêmokiratîk em ji gişk alîyan dixwazin ku werin dora maasa gotûbêjê û rêkar û rêçareyan bê şert û merc hilkolînin ta ku her kes berjewendîyên welêt û welatîyan berçav bigirin.
2- Serokomartîyê cîgeheke meinewî, girîng û bingehîn heye; ji ber ku piştgirê qanûna bingehîn û sembola yekitîya welêt û serwerîya wî û parêzvanê tifaq û silametîya welêt e.
3- Ligorî girîngîya posta serokwezîrtîyê û jibo hevgavbûna digel qanûna bingehîn jibo berçavgirtina mafê pirranîyê, divê ku mafê alîyê mezintir ê civakî bi saya hevalbendîya fraksyonên mezintir ên hevpeyman jibo pêkanîna biloka mezintir, were parastin û paê liser berbijarê serokwezîrê bê lihevkirin pêk were.
4- Li gorî bawerîya li pêwîstîya herikandina demajoya sîyasî ya dêmokiratîk û jibo nehîştina xitimîna sîyasî, Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê û hevpeymanên wê pêşnîyarkê raberî parlimanterên serbixwe dikin ta ku berbijarekî jibo posta serokwezîrtîyê hilbijêrin.
5- Bi saya wê planê mijara serokatîya dezgehên sêalî yên sereke yên birêvebirina welêt dîyar dibe û her kes dê bi piiranîya hez dike şirîk be û herwiha opozosîyona hez dike çavdêrîyê bike ra danuistandinê bike.
6- Dûrketina ji sîyaseta pelixandin û şikandina vînan û nîşandayîna nermatîyê û hatina xwarê ji helwestan a dualî jibo berçavgirtina xalên hevpar ên netewî û sîyasî bi berçavgirtina giranîyên di hilbijartinan da.
7- Pirranîya serdest sozê dide ku opozîsyon li parlemanê di nava ewlehîya tam da be û li parlimanê were xurtkirin.
8- Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê û hevpeymanên wê, dê lêjneyekê jibo muzakireya digel şirîkên sîyasî bi armanca cihanîna vê destpêşxerîyê pêk bîne.
9- Bijareya pişikdarîya di dewleta bê da yan cîgirtina di bereya opozîsyonê da, divê bijareyeke vekirî û azad jibo her kesî û bêyî neçarkirinê be.