Edhem Barzani Bang li gel kir Ku piştgiriya berbijarên YNK`ê bikin
Edhem Barzani di mîtîngeke hilbijartinê li bajarê Pêncwênê de bang li gel kir ku dengên xwe bidin berbijarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û tekezî ser pêwîstiya parastina hevsengiya siyasî li Herêma Kurdistana Iraqê kir.
Edhem Barzani, ku beşdariya mîtîngeke gelanî li bajarê Pêcwênê di çarçoveya kempêyna hilbijartinê ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê bibû, bang li welatiyên Herêmê kir ku di hilbijartinên parlemana Iraqê de dengê xwe bidin berbijarên vê partiyê. Wî tekez kir: Di van sînoran de tenê hindek azadî maye. Ger hema ev jî ji nav here dîktatorî dê cihê wê bigire. Edhem Barzani di sala 2020`an de ji serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê îstifa kir û di havîna 2024`an de, Dayireya Ewlehiyê ya Hewlêrê bi tometa kiryara dijî ewlehî û istiqrara Herêma Kurdistanê, fermana girtina wî da.