Bersiva komên berxwedêr ên Iraqê himber destwerdana şandîyê Trump
Komên berxwedêr ên iraqî wek berteka himber axavtina destwerdanxwazîyê ya şandîyê Serokomarê Amerîkayê têkildarî çekên di destê komên hanê da pêgirî kirin ku ew tenê li gorî berjewendîyên netewî yên Iraqê biryarê didin.
Mark Savîya şandîyê Donald Trump Serokomarê Amerîkayê bo Iraqê got ku ewlewîyeta karê wî, hilweşandina komên berxwedêr ên iraqî ye. Çavkanîyekî nêzîkî komên berxwedêr ên iraqî jî wek berteka himber wî pêgirî kir: Ev komana guh nadin raporên welatên rojavayî yan yên amerîkî ku pirranî hilgirê peyamên ji pêş va amadekirî yan mezinkirinê ji bo reşkirina wan komana ber çavê raya giştî ne. Komên berxwedêr ên iraqî ragihandin ku ew bi hevahengîya tev dewleta Iraqê kar dikin û ti nakokîyeke sîyasî di navbera wan da tineye. Herwiha çekên di destê komên berxwedêr da, ji bo girtina pêşîya her destdirêjîya ji nav u derveyî welêt va ne u ev yek nayê qebûlkirin ku alîyekî bîyanî derbara çarenûsa wan da biryarê bide.