Kavilbûna çend avahiyan li Tirkiyê ji ber erdhejê
Rayedarên herêmî yên Tirkiyê derbarê xerabûna çend avahiyan ji ber erdheja bi pileya 6.1 rîştêrêrê di şeva borî de agahî dan lê derbarê qurbaniyên muhtemel de ti rapor nehatine belavkirin.
Ajansa Rêveberiya Qeyranê ya Tirkiyê (AFAD) ragehand ku navenda vê erdheja bi pileya 6.1 rîştêrî li bajarê Sindirgiyê yê parêzgeha Balikesirê bû, ku duh êvarê siet di 10:48`an de bi dema herêmî di kûrahiya 10 kîlometreyan de çêbû.
Her wiha ev erdhej li Stenbol û parêzgehên derdora Bûrsa, Manîsa û Îzmîrê jî hat hîskirin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê, Elî Yerlikaya, got ku herî kêm sê avahî û firoşgehek li Sindirgiyê zirar dîtine û hilweşiyane. Di encama erdheja bi pileya 7.8 rîştêrî ya li Tirkiyê di sala 2023`an de zêdetirî 53 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan hezar avahî li 11 parêzgehên başûr û başûrê rojhilat wêran bûn.