Xelîl Heye: Em veqetandina Xezzeyê ji Rexê Rojava qebûl nakin
Xelîl Heye, serokê Hemasê li Zîvala Xezzeyê tekez kir ku ew veqetandina vê zîvalê ji Rexê Rojava ya Çemê Urdunê qebûl nake.
Xelîl Heyye tekez kir ku Xezze û Rexê Rojava yekîneyeke yekgirtî ya neteweyî ya Filistînê ne û em veqetandina Xezzeyê ji Rexê Rojava qebûl nakin. Divê ku komîteyek îdarî bi lidarxistina hilbijartinan an avakirina kabîneyek niştimanî û lihevkirî bi dawî bibe. Heye bi rêzgirtina ji gelê Filistînê ku bi sebir û mayîndebûn li axa xwe sekinîn û mînakeke fedakariyê li himber hêzên zordar û dîktatorî û qetilkirinê pêşkêş kirin got: Dagirkeran dixwestin gelê me ji cih û warên xwe aware bikin û meseleya Filistînê ji nav bibin, lê mayîndebûna gelê me û berxwedana wan a wêrek planên dijminê siyonîst têk bir. Rêberê tevgera Hemasê li zîvala Xezzeyê her wiha got: Operasyona Bahoza Eqsayê û tiştên ku piştî 7`ê Cotmehê qewimîn, destpêkek bona bidestxistina mafên gelê Filistînê bû.