Cotmeh 28, 2025 18:10 Asia/Tehran
  • Liv û tevgerên nû yên hêzên dagirker ên amerîkî li axa Sûriyê

Li gorî raporên medyayan hevdem li gel zêdebûna êrişên Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê û di bêdengiya hikûmeta demkî ya Colanî de liv û tevgerên nû yên hêzên dagirker ên amerîkî jî zêde bûne û balafirek ku çek û alavên amerîkî hildigirt li balafirgeha Xirbe Cirê li parêzgeha Hesekê ya Sûriyê daket.

Çavdêrê Mafên Mirovan ê Sûriyê ragihand ku balafireke barhilgir a Amerîkayê ku alavên elektronîkî, çekên giran û hejmarek leşker hildigirt, digel helîkoptereke şer, li balafirgeha leşkerî ya Xirbe Cirê  li taxa Remezanê li bakurê Hesekê daket.

Çavdêrê Mafên Mirovan ê Sûriyê her wiha derbarê derbasbûna karwanek nû ya alavên leşkerî û locîstîkî yên amerîkî bo bakur rojhilatê Sûriyê agahî da û ragihand ku ev alav ji bo baregeha amerîkî ya Qesrikê li bakurê Hesekê hatine veguhestin. Berê, medyayan ragihandin ku 25 kamyonên hilgirê alavên leşkerî yên Amerîkayê ji rêya deriyê sînorî yê Welîdê li Kurdistana Iraqê ve derbasî baregeha Qesrikê li derdora Hesekê bûne.

Serepeyv