Wêdedanîna 293 berbijaran bi tometa girêdayîbûna bi partiya Beis a Iraqê re
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku di nav kesên ku di hilbijartinên parlemana Iraqê hatine wêdedanîn de 293 kes bi girêdayîbûna bi Partiya Beisê ya Iraqê re hatine tawanbarkirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê hûrguliyên têkildarî berbijarên partî, hevpeymanî û kêmîneyan ragihand. Li gorî amarên fermî, zêdetirî 7 hezar û 500 kes dê ji bo 329 kursiyên parlemanê hevrikiyê bikin. Di vê navberê de 837 kes ji ber sedemên curbicur ji wan girêdayîbûna bi Partiya Beisê re, hatine wêdedanîn. Li gorî daxuyaniya komîsyonê, piraniya kesên wêdedayî ji ber îdiayên endametî yan piştgiriya ji Partiya Beisê hatine wêdedayîn bi curekê ku 293 kes ji ber vê sedemê ji lîsteya namzedan hatin derxistin.
Di hilbijartinên dewra şeşan a parlemana Iraqê de, 21 milyon û 404 hezar û 291 kes mafê dengdanê hene.