Cotmeh 27, 2025 18:28 Asia/Tehran
  • Çarçoveya Hevahengiyê: Tirkiye timakariyên xwe berdewam dike û naxwaze ji Iraqê derkeve

Endamekî Çarçoveya Hevahengiya Iraqê tekez kir ku Tirkiye timakariyên xwe li Neynewa û Kerkukê berdewam dike û naxwaze ji Iraqê derkeve.

Eqîl Rodînî, endamê Çarçoveya Hevahengiya Iraqê (Hevpeymaniya  desthilatdar), tekez kir ku Tirkiye timakariyên xwe li axa Iraqê berdewam dike û li parêzgehên Neynewa û Kerkukê, wekî amûrek serdestî û bandorê dinêre. Wî got: Tevî hemî bangên fermî û gelanî ji bo bidawîkirina hebûna leşkerî ya Tirkiyê li bakurê vî welatî, Tirkiyê heta niha ti biryarek cidî jibo vekişînê nîşan nedaye. Rodînî diyar kir: Tirkiye rewşa siyasî û ewlehiyê jibo bidestxistina destkeftiyên erdnîgarî û aborî li herêmên bakur, bi taybetî li Mûsil û Kerkukê bi kar tîne. Rodînî got: Dewama bêdengiya li hember tevgerên Tirkiyê dê helwest û cih û şûna Iraqê lawaz bike. Wî tekezî ser pêwîstiya tevgerên dîplomatîk û ewlehiyê yên yekgirtî  kir ku rê li ber destwerdana Enqerê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de bigirin.

Serepeyv