Cotmeh 28, 2025 18:45 Asia/Tehran

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku her gava muzakire, berjewendî û mafên neteweya Îranê misoger bike, em ê di bikaranîna amûrê dîplomasiyê de dudilî nebin û Rejîma Siyonîst wekî şeytanê rastîn û mutleq li herêm û cîhanê bi nav kir.

Îsmaîl Beqayî di destpêka civîna xwe ya çapemeniyê ya îro de ragihand ku em hîn jî bi mijara Filistînê û alûgurên li herêmê re rû bi rû ne û jînosayda filistîniyan ji hêla rejîma Siyonîst ve berdewam dike û got: Em hîn jî şahidê binpêkirinên dubare yên agirbesê ji hêla rejîma Siyonîst ve li Xezzeyê ne. Bi rastî, ev rejîma li herêm û cîhanê wekî şerra mutleq e. Beqayî bal kişand ser vê yekê ku van rojana em li Libnanê jî şahidê kiryarên terorîstî yên rejîma Siyonîst bûn û destnîşan kir: Armanca rejîma Siyonîst  ji van kiryarên li Libnanê ew e ku li himber her cure  pêşveçûn û geşeya aborî li Libnanê rawestin.

Wî bal kişand ser pêşketinên li herêmê û rola rejîma siyonîst di wê de û got: Her tiştê ku li herêma me diqewime, ji cinayetên dijî gelê Filistînê bigire heya êrişa leşkerî ser welatên herêmê û dagirkeriya li Sûriye û Libnanê, bi navê Amerîkayê tê nivîsîn ji ber ku di piştgiriya Amerîkayê ji rejîma siyonîst de guman tune ye,  lewma Amerîka jî ji her cinayeta ku ji hêla rejîma siyonîst ve hatiye kirin berpirsiyar e. Ji aliyê din ve, mehkemenekirina berdewam a vê rejîmê bûye sedem ku alîgirên wê jî nekarbin rehet wê kontrol bikin. 

Beqayî  tekez kir ku heya dema ku rejîma siyonîst xwedî parêzbendiyê be û piştrast be ku ew ê li ber civaka navneteweyî hesabê nede, ew ê cinayetên  xwe berdewam bike. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê her wiha got: Ya ku eşkere ye ev e ku rejîma siyonîst di asta navneteweyî de tenê sazî ye ku bi durustî tawanbarê pêkanîna jînosaydê bûye. Mijara jînosaydê li Dadgeha Navneteweyî ya Dadweriyê hîna jî tê hilkolandin û rêxistinên mafên mirovan jî bi eşkereyî diyar kirine ku tiştê ku li Xezzeyê qewimî mînaka eşkere ya jînosaydê ye.

Serepeyv