Nîsan 24, 2024 20:25 Asia/Tehran
  • Seyroka mirinbar û bitîn a Kerwankujê ji bo peydakirina jiyanê li seyrokên din tê vekolandin

Zanyar dibêjin ku Seyroka Kerwankujê (Nahîd anku Venûs) bi asta xwe ya bitîn ku jiyanê nemumkin di8ke, dikare hin dersên girîng derbarê jiyanê li seyrokên din û pêşeroja Erdê bide.

Li gorî rapora IRNA'yê, Lêkolîneke nû dibêje tevî ku tîn û germaya ser Seyroka Kerwankujê ewqasî zêde ye ku dikare zirêçê bihelîne û tevî hebûna volkanên ku gazên kel ji xwe belav dikin, lê ev seyrok dikare hin dersên girîng li ser potensiyela jiyanê li seyrokên din bide.

Stephen Kin Astrofîzîklzan ji Zanîngeha California Riverside'ê û nivîskarê vê lêkolînê dibêje: Em pirranî wiha disêwirînin ku Erd modeleke bi qabiliyeta jiyanê ye, lê eger em vê seyrokê wek tenê (bi awayê cida û tak) vekolînin, em nizanin ku sînor û tixûb li ku ne; ev di rewşekê da ye ku Seyroka Venûsê me ji vê mijarê agehdar dike.

Erd û Kerwankuj tevî ku gellekî ciyawaz in, lê di hin babetan da dişibin hevûdu. Giranî û çembera van her du seyrokan hema bêje yeksan e û ji ber nêzikatiya Erdê li Kerwankujê bi awayekî xwezayî ev pirs tê hilêxistin ku çima çarenûsa Erdê ciyawaz digel a Kerwankujê ye.

Gellek zanyar ser vê bawerê ne ku qasa enerjiya ku Kerwankuj ji Rojê distîne, bûye sebeba rewşeke gulxaneyî ya bêberbend û hema vê yekê ev seyrok xistiye rewşa heyî.

Ew her wiha dibêje: Eger em rêjeya enerjiya ku Erd ji Rojê werdigire 100 li bihesibînin, wê çaxê Kerwankuj sedî 191 werdigire û gellek zanyar wisa bawer dikin ku hegera çarenûsa Kerwankujê ji ber vê rêjeya enerjiyê ya wergirtî bûye; lê Kerwankujê ti heyvek tineye û eva tiştek e ku dibe sebeba diyardeyên weke rabûn û daketina asta ava derya û oqyanûsên ser Erdê û bandora wê di asta avê li vir heye.

 

Serepeyv