Mijdar 20, 2025 20:09 Asia/Tehran

Tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hamas bi boneya roja cîhanî ya zarokan ragehand ku di dereqa du salên derbasbûyî de zêdetirî 20 hezar zarokên filistînî li zîvala Xezzeyê di encama cinayetên Rejîma Siyonîst de de şehîd bûne.

 Tevgera Berxwedana Îslmaî ya Filistînê, Hamasê bi daxûyaniyekê  bi boneya roja cîhanî ya zarokan bal kişand  ser vê yekê ku zarokên filistînî ji heft dehekên derbasbûyî ve bûne qurbaniyê terorîzma rêxistinkirî ya Rejîma siyionîst û daxwaza darizandina rayedarên Rejîma dagirker û parastina mafên zarokan kir. Di vê daxûyaniyê de hatiye: Di roja cîhanî ya zarokan, zarokên filistînî qurbaniyê terorîzma rêxistinkirî ya dijminê siyonîst ji heft dehekên berê ve ne û em daxwaza dariznadina rayedarên Rejîma Siyonîst û parastina zarokên filistînî û dabînkirina mafên wan ên rewa dikin.Hamasê her wiha got:  NY 20 Mijdarê  rêzê li roja cîhanî ya zarokan digre. Di halekî de ku  zarokên Filistînî di encama cinayetên Rejîam Siyonîst bi rastiyek diltezîn  re rû bi rû ne  ku bingehên jiyanê, ji wan xwarin, derman, ava paqij, tenduristî, perwerde û lênêrîna psîkolojîk wêran kiriye û ev binpêkirinek eşkere ya peymanên navneteweyî û nirxên mirovan  û paşguhkirina biryarên NY ye.

Di vê daxuyaniyê de hatiye îsal, ev roj di demekê de tê ku şerê jînosaydê û birçîbûna li zîvala  Xezzeyê di du salên borî de bûye sedema şehîdbûna zêdetirî 20 hezar zarokan, bi hezaran zarok di bin kavilan de bê ser û şûn bûne û zêdetirî  30 hezar zarokan yek ji dê û bavên xwe ji dest dane û bi hezaran zarokên birîndar û nexweş hewceyê dermankirina bilez li derveyî herêmê ne. Hemasê tekez kir: Li rexê Rojava û erdên dagirkirî yên sala 1948an, êşa zarokan ji ber kuştinên bi zanebûn, paqijkirina etnîkî, wêrankirina malan, girtina rê û dibistanan, hewldanên koçberkirinê, bêparhiştina ji perwerdeyê, hedefgirtina nasnameya Filistînî û berbelavkirina  sûc û  cinayetê  li civakê  berdewam dike û hejmara zarokên şehîd li rexê Rojava di du salên borî de ji 300 zarokan derbas bûye. Komîserê giştî yê Ajansa peydakirina kar û jibo awareyên Filistînî, UNRUWAyê jî tevî hişyariya derheq rewşa qeyranî ya xelkê Xezzeyê tekez kir ku gelê Xezzeyê  bi nexweşî, awarebûn û kêmasiya çavkaniyan rû bi rû bûne û alîkariyên şandî têrê nakin.

Serepeyv