Fezagerra Saykîyê (Psyche) peyamek şandiye Erdê ku ji navbira 140 miliyon maylan dûrtirî Seyroka Erdê hatiye wergirtin.
Zanyar dibêjin ku Seyroka Kerwankujê (Nahîd anku Venûs) bi asta xwe ya bitîn ku jiyanê nemumkin di8ke, dikare hin dersên girîng derbarê jiyanê li seyrokên din û pêşeroja Erdê bide.
Stêrknasan çalereşa stêrkî ya herî girs û giran ku heta niha li Kadiza Rêya Şîrî hatiye keşifkirin, nas kirin.
Lêkolerên stêrknas û astrofîzîkê diyardeyeke weke Keskesorê li seyrokeke dûrî Pergala Rojê dîtine ku dikare ji bo naskirina refkesên ronahiyê ji golan li seyrokên mazûvan ên îhtimalî yarmetiyê bide.
Stêrknasan qewimîna Rojgirtina giştîya Duşemiyê, 8ê Nîsana 2024an li hin deverên Amerîkaya Bakur derfeteke guncan ji bo resedkirina beşa herî dûr a Rojê yanî Taca wê zanîne.
Zanyar û lêkolerên zanistên fezayî seyrokeke derveyî Pergala Rojê ya gellekî bitîn û bi ewrên metalîn keşf kirin ku Tîtanyûm ji wan dibare.
“Keywan” anku “Zohel” (Saturn) piştî Bircîsê duyemîn seyroka herî mezin li “Pergala Rojê” û şeşemîn seyroka nêziktir li Rojê ye.
NASAyê piştrast kir ku heybera bidûvik (Comet) a herî mezin a ku heta vê demê hatiye dîtin, va ye ber bi erdê va tê.
Zanyaran gerestêrekek ezamet ku 9 beranberî gerestêrka Jupîter anku Mişteriyê ye di qonaxên wê yên pêkhatinê da - ku wek "hîn li nav malzarokê" tê wesifandin - dîtine. Ev keşfkirin pirsekê dixe ser têgihîştina niha derbarê çêbûna gerestêrkan.
Stêrnasan bo cara duyem li derveyî Pergala Rojê heyvek vedîtin ku li dora gerestêrka xwe digere.