NASAyê peyamek ji 225 kîlomitran dûrî Erdê wergirt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i347924-nasayê_peyamek_ji_225_kîlomitran_dûrî_erdê_wergirt
Fezagerra Saykîyê (Psyche) peyamek şandiye Erdê ku ji navbira 140 miliyon maylan dûrtirî Seyroka Erdê hatiye wergirtin.
(last modified 2024-05-01T13:05:30+00:00 )
May 01, 2024 16:34 Asia/Tehran
  • NASAyê peyamek ji 225 kîlomitran dûrî Erdê wergirt

Fezagerra Saykîyê (Psyche) peyamek şandiye Erdê ku ji navbira 140 miliyon maylan dûrtirî Seyroka Erdê hatiye wergirtin.

NASAyê aşkira kirye ku vê dawiyê peyameke leyzerê ji dûrahiya 140 maylî (225 miliyon kîlomitr) wergirtiye; lê beriya ku em li benda dîtina biyaniyan bin, divê em bala xwe bidine ser şiroveyeke sade.

Li gorî rapora ISNA'yê, Ev peyam ji aliyê fezagerra Psyche'yê ya NASA'yê bo Erdê hatiye veguhestin ku vê demê 140 milyon maylî dûrtir ji Erdê ye. Ev dûrahî 1,5 carî zêdetir ji navbira Seyroka Erdê û Rojê ye.

NASAyê ragihand: Ev karê ezamet dikare rêyê ji bo memûriyetên pêşerojê bo Seyroka Marsê xweş bike.

Ev peyama leyzerî bi rêya Pergala "Têkiliyên Ronahiyê yên Fezaya Herî Dûr" (DSOC: Deep Space Optical Communications) ya NASAyê ku vê demê li ser Fezagerra Psyche'yê hatiye sazkriin, bo seyroka me hat şandin.