Pispor dibêjin; Xwêya deryayê bi mîkroban lewitî ye
Pisporên xwarinê der bareyê dûhatên metirsîdar ên bikaranîna xwêyên deryayî hişyarî didin malbatan.
Metirsiyên xwêyên deryayî
Li gorî gotina pisporan, xwêyên deryayê ku van rojan bikaranîna wan li nav malbatan zêdetir bûye, dibe ku pêkhatî ji mîkroplastîk, metalên giran û bakteriyên zirardar bin û bikaranîna zêdebarî ya wan metirsiyên ciddî li dijî tenduristiyê pêk tîne. Pispor tevî amajeya bi vê yekê ku xwêyên deryayî pirranî heman xwêyên asayî ne ku ji çavkaniyên deryayî tên berhevkirin û bêyî safîkirina tam tên raberkirin, teqez dikin ku ev berhem dikarin pêkhatî ji metalên giran weke sirf (qerqeşûn), kadmyûm, asrsenîk û cîweyê (Mercury) bin ku bikaranîna wan gefê li tenduristiyê dixwe.
Qasa Yodê li nav xwêyên deryayî
Li gorî vê raporê, xwêyên safînekirî û danepalandî bi giştî pêkhatî ji rêjeyeke hindik a Yodê (Iodine) ne û bikaranîna zêdebarî ya wan, bi taybet bi gumana nedurist derbarê taybetmendiyên wan ên dermanî, dibe sebeba zêdebûna rêjeya bikaranîna Sodyûmê, jordaçûna zexta xwînê û zêdebûna metirsiya nexweşiyên dil û krîzê. Li rex lewitînên kîmyayî, îhtimala hebûna lewitînên mîkrobî weke Salmonla û bakteriyên din jî di van berheman da heye.
Bikaranîna xwêya deryayî ji bo tûşbûyîyên Asmayê
Divê haya me jê hebe ku bkaranîna berhemên xwê wek sprêy dikare ji bo nexweşên tûşbûyî bi asma (tengenefesî) yan Xusika (Bronşît) demdirêj handêîr be, ji ber ku pirtikên hûr ên heyî di wan da dikarin derbasî pergala bêhnkişandinê bin û hin pirsgirêkan pêk bînin.
Îdiayên dermanî derbarê xwêyên deryayî
Hêjayî gotinê ye, gerçî ku bikaranîna xwêyê bi rêjeyên kontrolkirî metirsiyekê çê nake, lê tu misogeriyek ji bo berçavgirtina vê rêjeyê ji aliyê hemî kesan va tuneye. Gelek îdiayên dermanî derbarê xwêyên dermanî di rastiyê da bingeha wan a zanistî tuneye û di hinek babetan da ev îdia bi awayekî zarekî tên hilêxistin, di halekî da ku berhemhênrên rêpêdayî îdiayên wisa li ser pakêtên xwêyê nanivîsînin.