Mijdar 20, 2025 19:10 Asia/Tehran
  • Hişyar Zêbarî: Dibe ku hilbijartinên pêşwext werin kirin

Endamê Desteya Kargêriyê ya Ofîsa Siyasî ya PDKê got eger Parlamentoya herêma Kurdistanê neyê çalakkirin hilbijartinên pêşwext bijardeya herî xurt e.

Hişyar Zêbarî li hevpeyvînekê de got eger xitimîna li parlemana  Herêmê neyê çareserkirin “divê valahî teqez were dagirtin” û got, “Di nav hemû bijardeyan de rêya herî guncav dibe ku hilbijartinên pêşwext li Herêmê be.

Zêde ji saleke ku kilîda parlemana Herêma kurdistanê wenda bûye û hê jî paş hilbijartionan partiyên siyasî li ser avakirina hikûmetê bi hevra rê neketine