Mijdar 18, 2025 22:50 Asia/Tehran
  • Ragihandina encamên dawîn ên hilbijartina parlimanî ya Iraqê

Komîsarîyaya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encama dewra şeşan a hilbijartinên parlimana vî welatî ragihand.

Li gorî encamên teqil ên hilbijartina parlimanî ya Iraqê, Hevalbendîya Avedankirina u Pêşxistinê bi serokatîya Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê nika yê Iraqê karî 46 kuesîyan ji 329 kursîyên parlimana vî welatî bi dest bixe. Partîya Teqeddum bi rêbertîya Mihemed Helbûsî bi 27 kursîyan di rêza duyem da cî girt û Hevalbendîya Dewleta Qanûnê bi rêbertîya Nûrî Malikî jî bi 29 kursîyan di rêza sêyem da cî girt. Partîya Sadiqûn bi rêbertîya Qêys Xezelî 28 kursî û Partîya Demokirat a Kurdistanê bi rêbertîya Mesûd Barzanî jî 27 kursî bi dest xist.Hevgavê ragihandina encamên hilbijartinan, Hevalbendîya Çarçova Hevahengîyê piştî civîna digel Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîr u rêberê hevalbendîya Avedankirin u Pêşxistinê, ragihand ku vê Çarçoveyê li gorî demajoya qanûnî û qanûna bingehîn wek firaksyona mezintir a parlimanê dide nasandin. 

Serepeyv