29 kes li Tirkiyê bi sûca qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin
Mijdar 20, 2025 19:50 Asia/Tehran
Li Tirkiyê 29 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlîkaya îro ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê operasyonên ku hatine kirin agahî dan û rahegand di operasyonên ku li 81 parêzgehên vî welatî hatin lidarxistin nasnameyên 434 hezar û 295 kesan li cihên giştî hatin kontrolkirin.
Di encama van operasyonan de, 29 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatine girtin ku 9 ji wan biyanî ne.
Her wiha di encama wan operasiyonan de 687 koçber jî li dewerên corbecor ên Tirkjiyê de hatine desteserkirin û hêzên ewlehiyê ji bo ku wan bişînin welatên wan ew birine navendên vegerandinê.