Hişayriya derbarê destwerdanê Tirkiyê di pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê
Endamaê Tevgera Mafên Iraqê, tevî hişyariya derbarê liv û tevgerên destwerdanê yên Tirkiyê di pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya vî welatî got: Divê hikûmeta nû ya vî welatî bêyî destwerdana biyaniyan û li ser bingeha îradeya neteweyî were avakirin.
Asîfe Ebas Qadir derbarê hewldanên Tirkiyê ji bo destwerdana di pêvajoya avakirina hikûmeta pêşerojê ya Iraqê de hişyarî da û got ku hin komên siyasî yên işkestxwarî di hilbijartinên vê dawiyê li Iraqê dixwazin bi alîkarî û piştgiriya Tirkiyê vegerin meydana siyasî. Wê her wiha got ku Tirkiye bi piştgiriya hin partiyên ku bingeha xwe ya gelanî û siyasî ji dest dane dixwaze, daxwazên xwe yên siyasî ser Iraqê de bisepînin.
Vê siyasetmedara Iraqî got ku destwerdana Tirkiyê di pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de gefek e dijî ser serxwebûn û biryara gelê Iraqê. Wê got ku divê hikûmeta pêşerojê ya Iraqê li himber her cure destwerdana biyaniyan raweste.
Di heman demê de, Ajansa Nûçeyan a Meilûme, bal kişand ser çavkaniyek siyasî di Çarçoveya hevahengiya komên Siyasî yên Şîe yên Iraqê û ragihand ku derfeta Mihemed Şiya Sûdanî ji bo vegerandina posta serokwezîrtiyê kêm e, ji ber ku piraniya serokên Çarçoveya Hevahengiyê naxwzain in ku ew dîsa bibe serokwezîr.
Ji aliyê din ve, du endamên berê yên parlemaman Iraqê pêşbînî kirin ku pêvajoya avakirina hikûmeta nû li welêt dê ji serdemên berê zûtir be, ji ber ku rewşa niha ya Iraqê kêmtir tevlihev e.
Endamê berê yê parlemana raqê Hesen Fedem got: Şehedî hemû nîşan didin ku hikûmeta nû dê di nav dema diyarkirî ya destûrê de zû were avakirin, bi taybetî ji ber ku çarçoveya hevahengiyê ya komên siyasî yên Şîe yên Iraqê fraksiyonek mezin a parlemanê ragihandiye.
Hevdem endamekî din ê berê yê parlemana Iraqê Eyûb Rebî got: Şehedî nîşan didin ku rawêjkariyên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê dê hêsan bin. Asta tevliheviya rewşa heyî li gorî serdema berê kêmtir e û ev yek dê bibe sedem ku pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê di çarçoveya demê diyarkirî de cih were.