Pejirandina biryranama dijî-Îranê li konseya hikimdarên Ajnasa Atomê
Konseya Hikimdarên Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê îro pêşnûmeya biryarnama pêşniyarkirî ya troîkaya Ewropî û Amerîkayê dijî Komara Îslamî ya Îranê pejirand.
Ev pêşnûma bi 19 dengên erê, 3 dengên na û 12 dengên bêalî li Konseya Hikimdarên Ajnasa Atomê hat pejirandin.
Biryarnama Konseya Hikimdarên Ajnasa Atomê bêyî ku behsa detsdirêjiya eşkere ya Rejîma Siyonîst û Amerîkayê ser serweriya Komara Îslamî bike û bêyî ku êrişên neqanûnî û hovane ser teşkîlata navokî yên aştiyane yên Komara Îslamî şermezar bike, bi zimanekî bêşermane daxwaza seredana bi lez a çavdêran ser teşkîlata ketî ber êrişan û her wiha cihê depoya uranyuma zengînkirî ya sedî 60 ya Îranê dike.Riza Necefî, Nûnerê Daîmî yê Komara Îslamî ya Îranê li rêxistinên navneteweyî li Viyanayê, pejirandina biryarnama siyasî û neavaker ya Konseya Hikimdaran dijî bernameya navokî ya aştiyane ya welatê me hewildaneke bê hitbar ji aliyê troykaya Ewropî û Amerîkayê ji bo cebirandina işkesta vegereanidna boykotên dijî Îranê li Newyorkê da zanîn.