Emar Hekîm: Hilbijartina parlimanê vîna gelê Iraqê ji bo pêşketina demokiratîk nîşan da
Serokê Tevgera Hikmeya Netewî ya Iraqê li şeşemîn Civata Aşitî û Ewlehiya Rojhilata Navîn pêgirî kir ku Iraq divê pirek di navbera rojhilat u rojavaya cîhanê da be ne warek ji bo safîkirina hesaban.
Emar Hekîm hilbijartina parlimanî ya vê dawîyê nîşana pabendbûna gel bi rêya demokirasîyê zanî û xwest ku hikûmeteke xurt û giştalî zûka were pêkanîn. Hekîm bi pênaskirina berfire ya têgeha ewlehîyê, pêgirî ser pêwîstîya dadperwerîya civakî, rêzgirtina li serwerîya welatan û pêşxistina aborî kir û got ku nivşa ciwan a Iraqê hewcedarê piştgirîyê ji bo beşdarbûna di projên pêşxistinê da ye. Wî herwiha pêgirî ser sererastkirina peywendîyên Bexda- Hewlêrê ser bingeha qanûna bingehîn da, sekinîna himber pirsgirêkên av u hewayê u rola gotûbêjê di kêmkirina gêreyan u pêkhatina istiqrara mayinde da kir.