Nîsan 07, 2024 16:07 Asia/Tehran
  • Rojgirtina Giştî ya Duşemiyê dê Taca Rojê bide xuyakirin

Stêrknasan qewimîna Rojgirtina giştîya Duşemiyê, 8ê Nîsana 2024an li hin deverên Amerîkaya Bakur derfeteke guncan ji bo resedkirina beşa herî dûr a Rojê yanî Taca wê zanîne.

Li gorî nûçeya IRNA'yê ji zarê Dale Observer'ê, Niştecihên Amerîkaya Bakur sibe Duşemiyê, 8ê Nîsana 2024an dê Rojgirtina Giştî (yanî cihgirtina Heyvê navbera Erd û Rojê bi awayekî ku siya Heyvê bikeve ser Erdê) bibînin ku di asta herî bilind da tarîtiya tam bo heyama 4 deqe û 27 çirkeyan biqewime.

Ev rojgirtin dê ji Oqyanûsa Pasîfîk dest pê bike û derdora saet 11:07 li gorî dema rojhilatê Amerîkayê (derdora aet 20 li gorî dema Tehranê) beriya derbasbûna bo Amerîkayê li Eyaleta Tegzasê digihêje peravên Mekzîkê.

Stêrknasên Rojê ji demeke dirêj beriya niha va derfeta qewimîna vê rojgirtinê ji bo resedkirin û bidestxistina zanyariyên zêdetir ji Taca Rojê guncan dîtine. Taca Rojê ku weke xelekeke ronî tê xuyakirin, tenê di dema rojgirtina giştî da dikare were resedkirin û bi miliyonan carî tarîtir ji beşa mayî ya asta Rojê ye. Her wiha tîn û germahiya Taca Rojê bi miliyonan pileyî zêdetir ji cihên din ên ser asta wê ye û tîna wê digihêje 6 hezar pileyên Santî-Gradî û bi miliyonan kîlomitrî heta nava Pergala Rojê jî dirêjahiya wê berderwam dike.

 

Serepeyv